|
Mêvanên hêja, em gelekî sipas dikin ji bo pêwendîyên we ênku,hûn li ser berhemên Derwêş Serhedî ên berê û nuhajî li ser berhema wî a sêyemîn, a bi navê,
”Şerê Girîdaxê”
dimeşînin.
............................................. ............................................. |
|
|
|
Mûzîkhezên Giranbûha
Hebûna gelekî, milletekî
girêdayî zanistiya dîrok, cografya, lîteratûr, çand û
hunera wîye. Çand û hunera miletekî jî li ser bingeha
kev-netoreyê dimeşe
û bi pêş dikeve. Eger miletek kevnetoreya xwe nas neke,
lê nebe xwedî û winda bike, wê bêbingeh û bêpêşeroj
bimîne. Cihê dilxweşiyê ye ku di vê çaryeka qurna dawiyê
de, di civata me de livînekê
dest pê kiriye û ev livîn
jî bi xwe re mecbûriyeta hin zanistiyan tîne. Min jî bi
vê fikir û ramanê, ev projeya ku îro gihîştiye ber destê
we guhdar- ên
hêja, amade kir.
|

|
Lê
belê sedem ne tenê ev bû. Hin armancên min ên din jî
hebûn. Min xwest ku, sed (100) stranên kurdî, bi tevî
gotin û awazên wan ve têkevin arşîvan û winda nebin. Her
wiha kesên niyetxerab li wan nebin xwedî û nekin malê û
çanda xwe. Armanceke min a din jî ev bû: Ez ji 25 salan
zêdetir e ku di nav hunerê de me, di nav
gel de me, li
şahî û dawetan im. Pir hindik ez ji xwestekên gel
agahdar im. Hewcedari-
ya wan bi çi heye ez dizanim.
Li welatê me, taybet jî
li Serhedê gelek
şahî û dîlan bê
mûzîk û bê amûr bi devkî derbasdibin. Sedema vê
yekê jî bê derfetîye. Lewma
min xwest ez bi vê projeyê rengek bidim şahî û dîlanên
gelê xwe.
Li alîyê din,
li
ser dikê
her tişt li gorî dilê mirov naçe.
Kêmasî
çêdibin, cîhazên deng û carinan jî amûrjenên muzîkê ne
bi dilê mirovin. Ez bi xwe jî çar pênc amûran dijenim.
Carinan min xwe bi xwe re digot xwezil îmkan hebûya min
filan amûr bi xwe bijenda.
Li ser dikê bi awayekî zindî
ev yek ne mimkune.
Ev daxwaz bi salan di dilê min de
kom bûbûn.
A bi vê xebatê, min daxwaz û
armancên xwe
gihand hev û min ew bi cih anîn. |

|
Dîsa ez dikarim bêjimku min xwest bi vê berhemêve ji
hunermendên nû (ciwan) re bibim birhan. Bi vê berhemêve
namzetên pêşende
bibine xwedî repertûareke dewlemend.
Ev projeya, weke
sê (3) berheman amade bûye. Her
berhemekê de rîtmen cuda, bi amûr, sitiran,
reng û nexşên
govêndên kurdî hene. Ji van sê (3)
berheman a yekemîn bi navê
"Rengên
Govendê"
derket!!!
Ji bo dem ên
geş
û
şahî
hêvîya pêwendîyên we guhdarên giranbûhane. Ez hêvîdarimku wê bala we guhdarên bi rûmet bikşîne.
|
Ji
we
guhdarên hêja û bi rûmet re jî spasiyên xwe pêşkêş dikim
ku di hemû
serkeftin-
an de rola yekemîn a we ye.
Ez hêvîdar im ku hûn bi vê berhemê demeke xweş, rojên
geş û şahî derbas bikin.
22.02.2007
Derwêş
Serhedî
|
|
|
|