Jîyannameya
Derwêş Serhedî
Derwêş
Serhedî di payîza sala 1964an de li gundekî qeza
Cilawiz(Susuz)`ê ku girêdayî bajarê Qersê ye,
hate dinê. Gundê wî dikeve qontara çiyayê
Qisirê, wê demê gundekî 70-80 malî bû. Mixabin
ji sedema jîyana aborî û bi piştî destpêka
şoreşa bakurê Kurdistanê gundê wan jî mîna gelek
gundên din ji xelkê vala bû û gundî neşar man ku
ji cihê bav û kalên xwe ber bi metrepolên
Tirkiyê koç bikin.
Ji bona wê jî niha di gund de
tenê 20 heya 25 malan mane.
Derwêş ji malbatekê tê ku hal û
rewşa jiyana wan baş û mîna salên berê di
etmosfêrekî Kurdewarî de jiyana xwe didomînin.
Wî xwîndina xwe ya dibistanê li gundê xwe bi
dawî anî û piştî wê dibistana navîn jî li bajarê
Qersê berdewam kir. Sala 1985an Derwêş bû esker
û di Adar 1987an de eskeriya Romê bi dawî anî.
Li Ilona 1987an de ji Kurdistanê derket û hat
Ewropa û li welatê Elmaniya bi cîh bû.
Ji çaxê zarokatiyêde Derwêş di
Serheda dengbêjperweran de bû evîndarê kilam û
stranên Kurdî yên otantîk. Ev evîn û rûhiyet ji
malbata wî mîna mîrasekê gehiştibûyê. Di malbata
wî de herçiqas ji bilî bilurvan û dengbêjê
navdar Rizayê Fetî(mamê Derwêş) hunermendekî bi
nav û deng derneketibe jî, lê di nava rihê hemû
endamên malbatê de rihekî hezkirinê yê ji bo
folklor û stranên Kurdî heye. Ev bû sedem ku
Derwêş him ji rûhiyeta malbatê û him jî hewesa
xwe ya kûr ya ji bo hunera dengbêjiyê, hêz û
evîneke bêdawî bistîne. Mirov dikare bêje ku ji
temenê zarotiyê de Derwêş zû rêya xwe peyda kir
û ket ser riya hunerê, lê hunera Kurdî ne ew
hunera ku di xizmeta sîstema serdest de bû.
Herçend ji bo firotina hunera Kurdî gelek derfet
jî jere peyda bûn, lê wî nexwest ku bi hunera
gelê xwe ticaretê bike. Derwêş di xeyal û
ramanên zarokatiyê de xwe mîna hunermendekî
pêşerojê didît. Ji ber wê yekê jî dibistan û
xwîndin ji bo wî ewqas pêwîst nebûn. Lewra
çûyîna zanistgehê zêde girîng nedidî.
Derwêş ji zarokatiyê guhdarekî
radyoya Rewanê(Êrîvanê) bû û di şahî û govendên
gelê herêmê de bi îsrar û evîneke bêdawî beşdarî
dikir. Derwêş hemû şevên ku jêre şevbêrkên
dengbêjan digotin, bi hesretek bêdawî li
dengbêjên Kurd guhdarî dikir û xwe hînî fen û
hunera dengbêjiya Kurdî dikir.
Ji dengbêj û hunermendên ku di
radyoya Êrîvanê de hunera xwe eyan dikirin, yên
mîna Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Egîdê Têcir,
Reşîdê Baso, Şewabê Egîd, Dawudê Xelo û meya
Egîdê Cimo û Xelîlê Evdile, bilur û zirna Şamilê
Beko bandoreke raste-rast li ser hissên Derwêş
pêkdianîn. Herwiha dengbêjîya mamê wî Rizayê
Fetî û dengbêjî û sazbendiya Esker Demîrbaş jî
ku di şevbêrkên dengbêjan de beşdarî dikirin,
tev ji bo Derwêşê Serhedî bûn xwîndingeha
hînbûna hunera Kurdî.
Di sala 1978an de Derwêş bi
lêxistina temborê dest bi karê sazbendiyê kir.
Piştî wê xwe hînî lêxistina mey û zirne jî kir.
Lê di vê navê de karê herî balkêş ew bû ku
Derwêş bi mey û qamîşên ku hostayên(çêkerên)
Tirk li Tirkîyê çêdikirin, ti tama meya Kurdî
têde nedidît. Ji ber ku dengê wê gelek dûrî
miqam, stran û rûheyeta hunera Kurdî bû. Ne wek
meya radyoya Rewanê( meya Egîdê Cimo û Xelîlê
Evdile) bû.
Derwêş hertim li pey hînbûnê bû û
bi hesret bû ku rojekê ji nêzve hunermendên Kurd
bibîne. Ber wê yekê Derwêş sala 1995an xwe
gehand Ermenistan û Gurcistanê. Êdî ew gehiştibû
miradê xwe. Yanî ji aliyekî ve amorên xwe kom
dikir û ji aliyê din ve jî di nava Kurdên
Qefqaziya, Kurdên ajîk,sirgûn û mişextkirî de
digerîya. Di wê gerê de serî li hunermend û
dengbêjên Kurd dixist û bi taybetî jî li pey
hunermend û dengbêjên navdar digeriya. Bi vî
awayî ew bi gelek hunermend û dengbêjan re bû
nas. Reşîdê Baso, Karapêtê Xaço, Efoyê Esed,
Egîdê Cimo, Şeroyê Qasim, Şibilîyê Çaçan û yên
Ermenî weke; Ciwan Gasparyan, Suren Asaturyan
tev ji wan hunermendan bûn ku di vê gerê de
Derwêş ew ji nêzve nas kirin û bi pirsên xwe yên
ji wan zaniyarîyên xwe berfirehtir kirin.
Derwêş herçiqas dema ku li
Kurdistanê bû, jiyaneke civakî û sosyal didomand
û bi germî di nava şînî û şahiyên gel de bû jî,
lê wî ev karê xwe li Ewropa hê jî berfirehtir
kir. Li Ewropa wî xebatên xwe di nava gelek
komên folklorî, orkêstrayên profesyonel
domandin.
Di sala 1997an de berhemê Derwêş
ya yekemîn
(Kûra Çayê) di
nava gel de hat weşandin. Piştî wê di sala
2000an de berhema wî ya duyemîn
(Stranên
Gelêrî ‘Xecê-Sîyabend’) derket û di
nava muzîk hezên Kurd de bi germî hat pêşwazî
kirin.
Sala 2004an jî berhemê Derwêş yê
bi navê
(Şerê Girîdaxê) jî di nava gel de hat belav kirin.
Derwêş li xerîbî û jiyana dûrî
Kurdistanê jî di nava şahî û dîlanên gelê xwe de
cihekî pir girîng digire. Ji bona wê jî di nava
gel de xwedî qedir û qimetek gelek mezine.
Kakşar
Oremar
07.01.2004 |